Îran, binke û baregahên xwe yên leşkerî li Sûriyê vala dike
Îro 06.05.2020ê kanala KAN a fermî ya Îsraîlê bi zimanê çavkaniyekî wezareta berevaniya Îsraîlê ve ragehand, milîsên Îranê piştî zêdebûna bombebaranên balefirên şer ên Îsraîlê li ser wan, dest bi vala kirina binke û baregahên xwe yên li Sûriyê kirine.
Heman çavkaniya wezareta berevaniya Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir, ku sedemê vala kirina binke û baregahan ji aliyê hêz û milîsên Îranê ve li Sûriyê, ji ber ew bombebaranên berdewam ên Îsraîlê li ser wan grub û çekdarên Îranê ye, bi taybet bombebaran şeva duşemê û şûnde, dest bi vala kirina baregahên xwe kirine.
Berpirsên payebilindên Îsraîlê hebûna hêzên Îranê li Sûriyê wek metirsiyê bo ser asayîşa welatê xwe dibînin û berdewam behs dikin ku rê nadin Îran desthilat be li Sûriyê.
Basnews
