• Monday, 09 February 2026
logo

HEWLÊR – Haletên nû yên tûşbûna bi koronayê hatin ragihandin

HEWLÊR – Haletên nû yên tûşbûna bi koronayê hatin ragihandin
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 3 haletên din ên pêketina bi vîrusa koronayê hatin tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand ku li Hewlêrê 3 kesên bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketine ku zilamekî 37 salî, jineke 27 salî û zarokekî 9 salî ye.

Di wê daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hatiye gotin ku ew her sê kes, rûniştvanên bajarokê Sêbîran in ser bi qezaya Xebat ve li Hewlêrê û berkevtiyên tûşbûyê îro ne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 391 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 349 kes baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top