Salih Gedo: Amerîka û Fransa hewleke cidî bo yekrêziya Kurdî dikin
Li ser wan civînan û destpêşxeriyên yekrêziya aliyên Kurdî, Serkirdê di Hevbendî Salih Gedo ji K24ê re ragihand, berî demekê jî destpêşxeriya Fransî ji bo yekrêziya tevgera Kurdî li Sûriyê hebû û hin hevdîtin li Fransayê hatin kirin. Lê niha Amerîkî hewleke cidî bo yekrêziya Kurdî dikin, şanda Fransî jî wê yek dikin di wê çarçovê de bi serokatiya Hevbendî re civiya û guftûgo di wê derbarê de hatin kirin.
Derbarê amadehiya aliyê Kurdî ji yekrêziyê re, Gedo got: Pêştir rêkeftinên Hewlêr 1 û 2 û Duhok hatibûn kirin, lê diyar bû ku tevgera siyasî ji wê yekrêziyê re ne amade bû. Niha rewş gelekî hestiyar e û divê tevgera Kurdî hest bi berpirsatiyê bike û berjewendiyên netewî di ser berjewedniyên partîtî re bigirin. Bi yekrêziya me, dikarin mafên qezencên netewî û niştimanî bidest bixin.
Salih Gedo tekez kir, rewşa tevgera siyasî ya Kurdî piştî hevdîtinên bi aliyên Amerîkî û Fransî re, ji rewş berê baştir e, ku civînê hevbeş di navbera aliyên Kurdî de çê bûn, bi taybet di navbera ENKS û PYDê de, ku bi hev re pirsgirêkên xwe guftûgo kirin.
Amaje bi wê jî da, ew bi hêvî ne di rojên pêş de civîn yan kongreyeke giştî ji hemû hêzên Kurdî yên li ser erdê çalak in girê bidin, ta bikarin wek lêvegereke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çê bikin.
Aşkere kir jî, wan wek Hevbendî ji aliyê Amerîkî û Fransî re pêşniyaz kirin, ku kongreyeke giştî ya tevgera siyasî ya Kurdî bi serperiştiya Amerîka û Fransa bê girêdan û tê de lêvegereke Kurdî bê avakirin. Piştî wê ji bi opozîsyona Sûriyê ya niştimanî re li ser projeyeke niştiman ji bo pêşeroja Sûriyê ku Kurd tê de hevpereke rastî be lihev bikin, di çareserkirina krîza Sûriyê de.
K24
