Li Amerîka di rojekê de zêdetirî 2300 kes bi vîrusa Koronayê mirin!
Hejmara mirî û berkeftiyên Koronayê li Amerîka roj bi roj zêde dibe.
Li gorî amarên fermî, di nav 24 saetan de li Amerîka 2 hezar û 333 kes bi vîrusa Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîşt 71 hezar û 22 kesan.
Li gorî amarên han, ji duhî de 24 hezar û 63 kes jî bi vîrusa Koronayê ketine û hejmara berkeftiyan gihîştiye milyonek û 204 hezar û 351 kesan.
Heta niha bi giştî 3 milyon û 727 hezar û 802 li seranserî cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine. 258 hezar û 338 kes jê mirine, milyonek û 242 hezar û 347 kes jî baş bûne.
Basnews
