Koşka Spî tîma rûbirûbûna Koronayê hildiweşîne
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Serokê Tîma Rûbirûbûna Koronayê Mike Pence li Koşka Spî ligel tîma xwe karên baş kirine, lê niha dixwazin bi rêyeke cuda rûbirûyê vîrusê bibin û tîmekî din bo vekirina bazar û asayîkirina rewşê pêkbînin.
Trump dixwaze heta dawiya Gulanê yan jî destpêka meha Hezîranê ev tîm were hilweşandin, hevdem Dr. Anthony Fauci û Dr. Deborah Birx ku du endamên xuya yên vî tîmî ne û li Amerîkayê roleke wan a berbiçav di rûbirûbûna Koronayê de hebû, wek şêwirmendê serok dimînin û di rûbirûbûna Koronayê de agahiyan didin serok.
Biryara Koşka Spî ya hilweşanxdina Tîmê Koronayê di demekê de ye ku heta niha metirsiyên Koronayê bo ser Amerîkayê bidawî nebûne,
Heta niha li wî welatî milyonek û 727 hezar û 936 kes bi Koronayê ketine û 72 hezar û 271 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
