• Monday, 09 February 2026
logo

PKKê ji nêzîkî 100 rojî ve xortekî Amêdiyê revandiye

PKKê ji nêzîkî 100 rojî ve xortekî Amêdiyê revandiye
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li devera Amêdiyê, 98 roj in kesek navçeyê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Peyamnêrê me da zanîn, kesekî bi navê Cotyar Muhsên Husên e, ji dayikbûna sala 1991an e û ji gundê Seyare yê nahiya Kanî Cemankê ye.

Îro malbat û kesûkarên wê xortî li pêş Rêveberiya Nahiya Cemankê kom bûn û daxwaz kirin ku fişar li PKKê bê kirin, ta çarenivîsa kurê wan aşkere û azad bikin.

Di nava xwepêşndanê de, peyama rêxistina civaka medenî ya wê navçeyê hat xwedin û tê de nerazîbûna xwe derbirî û daxwaza azadkirina wî xortî hate kirin.

Di wê derbarê de, Diya wî xortî Lail Seyarî ji K24ê re got, kurê wî ti tawanek nekiriye û PKKê desteser kiriye. Herwiha daxwaz kir jî, kurê wê were berdan û vegere mala xwe.

K24
Top