• Monday, 09 February 2026
logo

DAIŞê ji sê eniyan ve êrîşî hêzên Iraqî kir

DAIŞê ji sê eniyan ve êrîşî hêzên Iraqî kir
DAIŞ ji 3 eniyan ve êrîşî hêzên Iraqê û Heşda Şeibî kirin, û di encam de 14 çekdar û endamên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî hatin kuştin.

Nuçegihanê Rûdawê li Kerkûkê, Hîwa Huseameldîn ragihand, ku çekdarên DAIŞ li 3 mihweran êrîşî hêzên Iraqê û Heşa Şeibî kirin û tekez kir, ew êrîş ji demjimêr 22:00 şeva bihorî ve heya demjimêr 02:00 îro berdewam bûne.

Peyamnêrê Rûdawê got, êrîşa destpêkê li gundekî ser bi Mexmorê ve bûye ku bi çekên nîşangir (qenas) êrîşî kamerayên termal kirine û di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqî de şer çêdibe û di encamê de 3 leşkerên Iraqê têne kuştin.

Li gor zanyariyan, ew serbaz ser bi Lîwaya 41 a Firqeya 14 a artêşa Iraqê ve bûne.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, êrîşa duyem a DAIŞê li navçeya Hewîce ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê bûye ku çekdarên DAIŞê êrîşî hêzeke çekdar a Sunne ya ser bi Heşda Şeivî ve kirine. Di wê êrîşa DAIŞê de jî li gor agahiyan, 11 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, şeva bihorî heta demek dereng li gundê Xêde ku ser bi Hewîceyê ve ye, şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û çekdarên Heşda Şeibî de berdewam bûye. Hin zanyarî wiha didin xuyakirin, ku 12 çekdarên DAIŞê di êrîşê de beşdar bûne.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê herwiha destnîşan kir, çekdarên DAIŞê xwestine ku li sînorê navçeya Daqûqê ya Kerkûkê êrîşa xwe ya sêyem li dijî hêzên Iraqî encam bidin, lê ji ber ku hêzên Heşda Şeibî agahdar bûne, li pêşiya çekdarên DAIŞê kemînek danîne û di wê kemînê de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Piştî wan aloziyan jî serokeşîrên Ereb daxwaz kirine, ku xelkê wan navçeyan çekên xwe rakin, da ku rûbirûyê DAIŞê bibin, ji ber ku hêzên Iraqî nikarin weke pêwîst rûbirûyê DAIŞê bibin û rewş ji kontrola wan derketiye.

Li aliyekî din, çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê amarên du êrîşên duh ên DAIŞê belav kirine û ragihandine, ku di wan êrîşan de 2 serbazên artêşê û 3 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.

Tenê di 4 mehên destpêka îsal de, DAIŞê 85 kiryar û êrîşên terorîstî li navçeyên nakok ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk anîne, ku di encama wan êrîşan de 70 kesan canê xwe ji dest dane, 161 kes birîndar bûne. Herwiha çekdarên DAIŞê di wan 4 mehan de 41 kes jî revandine.

Zêdebûna êrîşên DAIŞê piştî wê yekê tê, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê ji ber zextên hikûmeta Iraqê ji çend binkeyên serbazî yên li Iraqê vekişiyane.

Rudaw
Top