Tenduristiya Qamişlo: Tenê Herêma Kurdistanê alîkarî bi me re kiriye
Hevserokê Tenduristiyê yê Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed îro li bajarê Qamişlo di konferanseke rojnamevanî de dawî zanyarî derbarê belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê dan û ragihand, rêkarên wan ji bo rûbirûbûna Koronayê girtine, bicih hatine û serkeftin tomar kirine, ku heta niha tenê 2 li herêmên wan bi vîrusa Korona ketine.
Got jî: Ew haletên hatine tomarkirin, ji derve bo herêmê hatine derbaskirin û pêwîst e aliyên berpirsyar bi berpirsyatiya xwe rabin û siyasta êrîşkirina ser herêmê me rawestînin û li şûna wê hevahengiyê bi Desteya Tenduristiyê re bikin, ji ber ku heta niha riya firokxaneya Qamişlo nehatiye girtin û gelek kes bi qaçaxî derbasî herêmên me dibin.
Careke din Hevserokê Tenduristiyê yê Herêma Cizîrê bang li alî û rêxistinên tenduristî û navdewletî kir, ta hevkariyê bi Rojavayê Kurdistanê re bikin û tekez kir, heta niha ji bilî Herêma Kurdistanê, ti rêxistinekê alîkarî bo rûbirûbûna Koronayê bi wan re nekiriye.
Dr. Menal Mihemed amaje bi vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê kir got: Divê Netewên Yekgirtî bi çavê mirovî li vê herêmê binêre û deriyê sînorî yê hatibû girtin, careke din were vekirin û alîkariyên mirovî tê re derbas bibin.
K24
