Trump: 100 hezar hemwelatiyên Amerîkî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji kanala Fox News a Amerîkayê re ragehand, aboriya Amerîkayê dê bi awayekî bilez careke din geşe bike.
Donald Trump careke din rexne li Çînê kir û tometbar kir ku bi veşartina amarên rasteqîn ên derbarê taybet di şewba vîrusa koronayê de .
Serokê Amerîkayê pêşbînî jî kir heta 100 hezar hemwelatiyên Amerîkayê dê ji ber wê şewba vîrusa korona jiyana xwe ji dest bidin û ragehand, ‘’Mirina ewqas xelkê karesate.’’
Heta naha milyonek û 188 hezar û 421 kes li Amerîkayê bi vîrusa korona ketine û ji wê hejmarê jî 68 hezar û 602 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Basnews
