• Monday, 09 February 2026
logo

Termê Seîd Gabarî li Hewlêrê bi axê hat spartin

Termê Seîd Gabarî li Hewlêrê bi axê hat spartin
Îro Duşemê 4ê Gulana 2020, hunermendê navdarê Kurd Seîd Gabarî bi sedema nexweşiya penceşêrê li Nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê, koça dawî kir.

Her îro termê Seîd Gabarî li ser wesiyeta wî bi xwe li goristana Mela Omer a li Hewlêrê hat veşartin.

Ji ber rênimayiyên xweparastina ji vîrusa koronayê, merasimên şînê bo hunermend Seîd Gabarî nayên danîn.

Seîd Gabarî xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1956an ji dayik bûye û ji temenê 8 salî ve bînahiya çavên xwe ji dest daye. Ji salên 1970an ve dest bi stranbêjiyê kiriye, sala 1980an hatiye Başûrê Kurdistanê û bi hunera xwe mil bi milê pêşmergeyan şer kiriye.

Piraniya tekstên stranên wî yên hozanvanên navdarên Kurd Cegerxwîn û Tîrêj bûne û heta niha 4,712 stran gotine.

Seîd Gabarî

-Hunermendekî navdar ê Kurd e

-Xelkê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ye

-13ê Nîsanê ya sala 1956`an jidayik dibe

-Ji Gundê Xirbê Kejê ya Qamişloyê ye

-Bavê heşt zarokan e

-Bo dema 50 salan stranên Kurdî gotin

-Di sala 1966`an de Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dike

-Di sala 1967`an de fêrî tembûrê dibe

-Di sala 1969`an de konsera xwe ya yekemîn dide

-Di sala 1970`an de ji ber straneke şoreşgerî tê girtin

-Hikûmeta Suriyeyê gelek îşkence li wî dike

-Ji ber zextên siyasî neçar dimîne ku biçe Ewropayê

Rudaw
Top