• Monday, 09 February 2026
logo

DAIŞê elektirîka Kerkûkê qut kir!

DAIŞê elektirîka Kerkûkê qut kir!
Çekdarên DAIŞê ew dîrekên ku elektirîkê ji Diyale derbasî Kerkûkê dikin, teqandin û bûn sebeba qutbûna elektirîka Kerkûkê.

Li gorî agahiyan, terorîstên DAIŞê îro 3 dîrekên elektirîkê li nahiya Uzêm ya Diyale teqandin.

Ew dîrekên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin, elektirîk ji Diyale derbasî Kerkûkê dikirin ji ber wê jî beşek mezin ji bajarê Kerkûkê bê elektirîk mane.

Basnews
Top