WHO: Hîna Korona metirsîdar e, lê dikarin kontrol bikin
Rêvebirê Bernameya Hawarhatinê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Michael Ryan di hevpeyvînekê bi ajansa “Reuters” re ragihand, li gelek welat hîn rewşa vîrusa Korona metirsîdar e, lê li hin welatên din jî rewş baştir dibe, ev tê wateya ku hêvî heye rewş were kontrolkirin.
Herwiha diyar kir: “Hîna rewş metirsîdar e, lê dikarin rewşê kontrol bikin û dikarin bi wiryayî dest bi jiyana asayî, bazirganî û çalakiyên aborî bikin.”
Amaje bi wê jî da, welatên wekî Çîn, Koryaya Başûr, New Zeland û hin welatê din rewşa vîrusa Korona bi awayekî cîgir e, lê li Ewropa û Amerîka Korona bi awayekî berfireh belav bûye û çalakiyên xwe yên civakî û aborî sînordar kirine.
Michael Ryan got jî: “Vîrusa Korona bi yekcarî nayê jinavbirin, lê dikarin bigihin asta kontrolkirina wê, bi awayekî ku dest bi jiyana civakî û aborî bikin.
Herwiha hişyariya wê jî da, her welatek bixwaze rêkarên rûbirûbûna Koronayê sivik bike, divê bi hişyarî û wiryayî bike.
Rudaw
