• Monday, 09 February 2026
logo

Fransa hewl dide aliyên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bike

Fransa hewl dide aliyên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bike
Hikûmeta Fransayê hewl dide aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bike.

Çavkaniyekî li Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand, şandeyekî Fransayê heftiyeke li Rimêlanê li gel Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê û Partiya Yekitiya Demokrat (PYD)ê ku baskê siyasî yê PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê dicive.

Heman çavkaniyê ragehand, hikûmeta Fransayê hewla li yek nêzîk kirina aliyên siyasî ya Rojavayê Kurdistanê dide, ku bi armanca çareseriya pirsa kurd li Sûriyê û yek kirina daxwazên wan pêkbê.

Li gor gotinên heman çavkaniyê Amerîka û Rûsya jî hewl didin aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî yek bike, lê daxwaza Rûsyayê ji daxwazên Amerîkiyan cuda ye, ‘’Rûs hewla yekxistina aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bo danûstan û nêzîk kirina wan li rejîma Sûriyê vê yekê dikin.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, Amerîka û Fransa bi armanca ava kirina opozîsyonekî bihêz û yekdeng li Rojavayê Kurdistanê, hewla yekxistina aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê didin.

Çavkaniya li Rojavayê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, Amerîka, Rûsya û Fransa di yek xalê de hevbeşin, ku ew jî derxistina hêz û milîsên Îranê ne li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, herwaha dayîna mafê çarenivîsê ji gelê Kurdistanê yê li beşê Kurdistanê re.

Basnews
Top