8 çekdarên heşda şebî hatin kuştin
Li gor çapemeniya Îraqê terorîstên DIŞIê li devera Diyalayê çend êrîş li dijî çekdarên heşda şebî pêk anîne.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku di encama wan êrîşan de herî kêm 8 çekdarên heşda şebî hatine kuştin û zêdetir ji 10 çekdarên din jî birîndar bûne.
Li gor medyaya Îraqê yaku ji ser zarê rayedarên leşkerî yên Îraqê veguhastiye, pevçûn li devera Diyale û derdorê di navbera terorîstên DIŞIê û çekdarên heşda şebî de hîn jî didomin.
