• Monday, 09 February 2026
logo

Tenduristiya Qamişlo: Rêjîm û WHO di ber belavbûna Korona de berpirsyar in

Tenduristiya Qamişlo: Rêjîm û WHO di ber belavbûna Korona de berpirsyar in
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cezîrê rêjîma Sûriyê û Rêxistina tenduristiyê ya Cîhanê tometbar dike û radigihîne: “Vîrusa Korona derbasî herêmên me kirin”.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Herêma Cezîrê Dr. Menal Mihemed di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de li ser mijara rûbirûbûna vîrisa Korona de ragihand, piştî tomarkirina 2 pêketiyên nû bi vîrusa Korona li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû. Pêştir plana me ew bû, vîrusa Korona derbasî herêmên me nebe, lê niha plana ew e, çawa bikarin rêgiriyê li belavbûna wê vîrusê bikin û nexweş derman û rizgar bikin.

Dr. Menal Mihemed rêjîma Sûriyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê tometbar kirin û got: Vîrosa Korona li herêmên me nebû, lê ew bi zanebûn anîn herêmên me. Rêjîma Sûriyê û WHO berpirsyar in ku Korona derbasî herêmên me bû, ji ber ku ji roja 2ê Nîsanê û heta 16ê Nîsanê ew pirs veşartin ku kesê canê xwe jidest dabû, bi Koronayê ketibû, kesên niha jî bi Koronayê ketine, ji malbat wî kesî ne.

Amaje bi wê jî da, niha ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrusa Koronayê, hemû tîmên wan ên tenduristî bi hevkariya Heyva Sor a Kurd rojane 24 demjimêran li ser kar in. Taxa ku Korona lê derketiye jî hatiye kerentîkirin û herwiha bajarê Hesekê bi giştî jî hatiye kerentîkirin. Herwiha her kesê gûmana Koronayê lê hebe, ew di malê de tê cudakirin û tîmên tenduristiyê rewşa wî dişopînin.

Dr. Menal Mihemed diyar kir jî, Rêveberiya Xweser piraniya karên xwe daye rawestandin û karê wê niha yê pêşîne, rûbirûbûna vîrusa Koronayê ye, ji bo 5 milyon kesên li Rojavayê Kurdistanê dijîn, biparêzin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê got jî: “Niha nexweşxaneya Qamişlo ya ku di destê rêjîma Sûriyê de ye, wek navendeke vîrusa Koronayê dibînin, ji ber ku Sûriyê li Qamişlo bergîriyên pêwîst bo rûbirûbûna Korona nagire ber.

Got jî: Ji destpêka vê krîzê ve, wan serî li Hevpeymaniya Navdewletî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî da, wan lîsteyên bi alav, amûre û dermanên pêwîst daxwaz kirin û me jî pêşkêşî wan kirin, lê heta niha ti hevkariyek ji aliyê wan nehatine kirin û herwiha hevahengiyê jî nakin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê tekez kir jî: “Tenê Herêma Kurdistanê çend taqîgehên PCR ji me re şandine, ji bilî wî ti alîkarî ji ti çihekî din bi me re nehatiye kirin.

Rudaw
Top