SOHR: Tirkiyê 7400 çekdar şandine Lîbyayê
Li gor daxuyaniya SOHR Tirkiye li ser şandina çekdaran bo Lîbyayê berdewam e û hatiye gotin ku tenê di demên dawîn de 26 ji wan çekdarên ser bi Tirkiyê ve di şerên li dijî hêzên Hefter de hatine kuştin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye ku Tirkiyê heta niha ji bo şerê li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku di bin fermandariya General Xelîfe Hefter de ye, 7 hezar û 400 çekdar ji Sûriyê veguhastine Lîbyayê.
Her li gor raporta wê rêxistinê, heta niha 249 çekdarên ser bi Tirkiyê li Lîbyayê hatine kuştin ku hatiye gotin, endamên grûpên Lîwa El-Mutasim, Lîwa Siqûr El-Şemelî, Sultan Murad, Suleyman Şah û Hemzatê ve ne.
SOHRê ku zanyariyên xwe spartine çavkaniyên xwecihî ên pêbawer, piraniya wan çekdaran di şerên li çeperên Selah El-Dîn li başûrê Trablusê, El Ramlaha nêzîkî Firokexaneya Trablusê, El Hadabah, Misrata û deverên din ên Lîbyayê hatine kuîtin.
Her li gor zanyariyên wê rêxistinê 2 hezar û 500 kesên din jî ji aliyê Tirkiyê ve rahênana wan tê kirin ku bo Lîbyayê bên şandin.
Herwiha li gor zanyariyên SOHRê hinek ji grûpên çekdar red dikin navên çekdarên xwe li wan lîsteyan tomar bikin ku bo Lîbyayê bên şandin û diyar kiriye ku ew grûpên ku çekdaran neşînin jî mûçeyên wan tên qutkirin.
Rudaw
