• Monday, 09 February 2026
logo

Rêxistineke Kurdên Êzidî alîkariyan bi ser hejarên Duhokê de belav dike

Rêxistineke Kurdên Êzidî alîkariyan bi ser hejarên Duhokê de belav dike
Rêxistineke xêrxwaziyê ya Kurdên Êzidî ya li Almanyayê alîkariya darayî bi ser hezar û 900 malbatên hejar ên parêzgeha Duhokê de belav dike. Li gor amarên Rêveberiya Çavdêriya Civakî ya Duhokê, zêdetir ji 35 hezar malbatên li wê parêzgehê pêwîstî bi aliyê hene û navên wan jî hatine tomarkirin.

Başa Babê, xwebexş e û dibêje, ji aliyê hemwelatiyekî bi navê Şêx Şivanî Şêx Nezan ve her Çarşemê 10 hezar Euro bo wan tên şandin û ew jî kolan bi kolan, mal bi mal li nav kampan û derveyî kampan digerin û wî pere û alşkariyê bi ser xelkê kêmderfet de belav dikin.

Başa Babê amaje bi wê jî dike, ew wan alîkariyan digihînin wan malbatên Misilman, Krîstiyan û Êzidî ku debara wan li ser karê rojane ye ku yan ji ber koronayê karên xwe ji dest dane yan jî dahata wan kêm bûye û nikarin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.

Dayika bi navê Nîwar, dibêje, “Ez gelek spasiya birayên xwe yên Êzidî dikim. Me nedikarî bo xwe tiştekî bikirin û keçeke min a nexweş jî heye û 3-4 car e dema pizîşk hatiye û em neçûne.”

Dayika bi navê Mîna jî kêfxweşiya xwe li hemberî wê alîkariyê tîne ziman û dibêje ji bo wê televîzyon, tebeq û moberîde anîne.

Komeleya Ayînde ya Alîkariyê ya Xwendkarên Êzidî piştî belavbûna vîrusa koronayê karê xwe guherî bo alîkariya malbatên kêmderfet. Ew jî piştî ku li Almanyayê 240 milyon dînar ji xêrxwazan kom kirin û heta niha bi ser 13 kampên koçberan û derveyî kampan li parêzgeha Duhokê dabeş kirine û her malbatê 60 hezar dînar dayînê.

Tofîq Xetarî, Serokê Komeleya Ayînde ji Rûdawê re ragihand ku wan alîkarî gihandine malbatên Misilman, Krîstiyan û Êzidî û got, “Li Ewropa me nêzikî 35 cih destnîşan kirine ji bo ku hevkariyan lê kom bikin. Pare gihişte destê me û me dest bi belavkirinê kir.”

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî li Duhokê, 35 hezar malbat ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, navên xwe li wê rêveberiyê tomar kirine û biryar e hikûmet alîkariya 50 hezar malbatên hejar ên li wê parêzgehê bike.

Rudaw
Top