• Monday, 09 February 2026
logo

Berdevka nû ya Koşkaspî: Soz didim ez ê derewan li we nekim

Berdevka nû ya Koşkaspî: Soz didim ez ê derewan li we nekim
Berdevka nû ya Koşka Spî Kayleigh McEnany aşkere kir ku ew sozê dide ku wê derewan neke.

Berdevka nû ya Koşkaspî ku wê berdevkiya Serokê Amerîkayê Donald Trump bike di yekem konferansa rojnamegeriyê de aşkere kir ew sozê dide ku wê derewan neke.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî serokatiya xwe rola berdevkiyê di Koşkaspî de kêm kiribû û hertim ew bi xwe ji rojnamegeran re diaxivî.

Berdevka nû ya Koşkaspî Kayleigh McEnany, weke rojnameger berê li kanala Fox News û CNN kar kiribû.

Rudaw
Top