• Monday, 09 February 2026
logo

10 çekdarên heşda şebî hatin kuştin

10 çekdarên heşda şebî hatin kuştin
pevçûn li başûrê parêzgeha Selahedînê qewmiye
Li parêzgeha Selahedînê DIŞIê êrîş kir û 10 çekdarên heşda şebî hatin kuştin.

Di vê derbarê de Parêzgarê Selahedînê Mihemed Kerîm ji medyaya fermî ya Îraqê re ragihandiye ku terorîstên DIŞIê duhê bi şev êrîşî ser navçeya Tilzeheb kirine û çekdarên heşda şebî jî bersifa êrîşa han de û di encam de pevçûn di navbera her du aliyan de çê bûye û di encama pevçûnê de 10 çekdarên heşda şebî hatine kuştin.

Kerîm anî ziman ku êrîş li başûrê Parêzgehê li devera Beled çê bûye û ji bilî kuştina 10 çekdaranê heşda şebî, hijmareke çekdarên din yên heşda şebî jî birîndar bûne.
Top