• Monday, 09 February 2026
logo

Fuad Husên çend zanyariyek derbarê mûçeyê fermanberên Kurdistanê de aşkera kirin

Fuad Husên çend zanyariyek derbarê mûçeyê fermanberên Kurdistanê de aşkera kirin
Wezîrê darayî yê Iraqê aşkera kir, divê herêma Kurdistanê û hkûmeta Iraqê derbarê mûçeyê fermanberan de bigehin rêkeftinê û got, emîndarê encûmena wezîrên Iraqê xwedî desthilatê ragirtina mûçeyê fermanberên Kurdistanê nîne.

Wezîrê darayî yê Iraqê Dr. Fuad Husên di hevpeyvînekî çapemeniyê de aşkera kirin, di heyama borî de serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ti pirsgirêkekî wî yê wisa nebûye ku mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê li gor yasaya budceya 2019ê ya Iraqê bê dayîn.

Herwaha got, emîndarê encûmena wezîrên Iraqê bi ragirtina mûçe, ‘’Biryarekî xelet daye’’ ji ber birîna mûçe di desthilatiya wan de nîne. ji ber mijara mûçe di desthilata wezîrê darayî yê Iraqê de ye.

Herwaha aşkera kir, emîndarê encûmena wezîrên Iraqê bo ku biryar xwedî hêzeke yasayî be, pişt dide fermana serokwezîrê Iraqê, ev yek jî mijareke dine, ji ber desthilata serokwezîr ji dest hilata wezîr zêdetir e.

Fuad Husên ragehand ‘’Derbarê nivîsê de li gel serokwezîr min axaft. Min jê re got dema reşnivîsa wan nivîsan geheştiye dest min, min li ser nivîsand pêbendbûn bi yasaya budceyê û yasaya îdareya darayî, lê şirovekarên yasa di emîndariya encûmena wezîran bi awayekî din xwandine û tefsîr bo nivîsê kirine, divê bigehin rêkeftinekî.’’

Biryara ragirtina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê 16ê Nîsanê 2020ê ji aliyê emîndariya giştî ya encûmena wezîrên Iraqê ve hat derxistin. Ji wê demê ve jî heta naha du caran şandeya herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir. Herçend te gotin ku lihevtêgeheştin heye, lê hîn pirsgirêk hîn bi temamî zelal nebûye.

Basnews
Top