Qedexeya hatinûçûnê li Kurdistanê heta 10ê Gulanê hat dirêjkirin
Ligor daxuyaniya Wezareta Navxweyî, yane, holên şevan, yaneyên meyvexwarinê, kafeterya, nergîlexane, melevangeh, germav, senterên laş ciwaniyê, yarîgehên werzişî yên taxan, holên werzişê, holên şahî û dawetan, holên helkeftên olî û civakî, senterên masajê, gazîno û rêsturant bi girtî tên hiştin.
Derbarê mizgeftan jî, Wezareta Navxweyî dibêje, bi şêwr digel Wezîrê Ewqaf û Tendirustî, Yekîtiya Zanayan û parêzgeh û îdareyên serbixwe, biryar dan e, mizgeft bi girtî bimîn in.
Herweha ji 7ê êvarê heta 12ê şevê, qedexeya hatinûçûnê li seranserî herêma Kurdistanê tê bicîh kirin.
K24
