Behmen Omer: Biraderên YNKê çi bo Kerkûkê karîn bikin her hindê dikarin bo Silêmaniyê bikin
Rojnamevanê xelkê sînorê parêzgeha Silêmaniyê Behmen Omer ku derveyî welat jiyan dike, di nivîseke kurt a bi navê (Pirsek bo biraderên dûrketina ji navendê dixwezin, ango armanca we ji dûrketina merkeziyetê çiye) belav kir û amaje bi wê yekê jî kir, ku eger dixwazin nav herêma Kurdistanê de desthilata zêdetir ji parêzgehan re bê dayîn ev yek tiştekî başe.
Herwaha pirsa vê yekê jî dike: ‘’Ma hûn dixwazin Silêmanî û navçeya Kesk bibe herêmekî cuda? Herêma Kurdistanê nahe ku yek beşe ji desthilatiya li Iraqê, başe eger bibe du beş çi dimîne?’’
Rojnamevan Behmen Omer got: ‘’Yan hûn dixwazin wek Kerkûk, Mûsil, Besre û her parêzgeheke din navçeya we jî bibe beşek ji Iraqê? Eger hûn dixwazin wek Mûsil û Besre lê bên, biçin serekî li asta pêşketina wan bidin.’’
Behmen Omer got: ‘’Biraderên YNKê dixwazin bibêjin li Bexdayê desthilata wan pir zêde ye û ew desthilat bo xizmeta Silêmaniyê dê bikarbînin. Lê wan bo Kerkûkê karîn çi bikin, her bo Silêmaniyê jî heman tiştî karin bikin.’’
Basnews
