Li Tirkiyê û Bakur 84 kesên din bi koronayê mirin
Dawîn amarên vîrusa koronaya nû COVID-19 li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hatin belavkirin.
Li gor zanyariyên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca li hejmara xwe ya Twîtterê belav kirine, di heyama rojekê de 84 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 188 kes jî bi koronayê ketine.
Her li gor zanyariyên hatiye belavkirin, di heyama 24 demjimêran de 4 hezar û 922 neşxweşên COVID-19ê jî baş bûne.
Li gel dawîn amaran, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 122 hezar û 392 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê 3 hezar û 258 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û 53 hezar û 808 kes jî baş bûne.
Rudaw
