• Monday, 09 February 2026
logo

Çekdarên Daişê hêrişek li dijî HSDyê encam dan

Çekdarên Daişê hêrişek li dijî HSDyê encam dan
Hevpeymanî ya Nêvdewletî li Dijî Daişê, daketineke asmanî li gunderwarê Dêrazorê encam da.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, duhî dû çekdarên Daişê li gundewarê Dêrazrorê hêrişek bo ser otombêleke serbazîya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li nêzîkî kargeha Gazê li bajarokê Cidîdat Egîdat encam dabû. Di encam de, 3 şerveanên HSDyê birîndar bûn.

Li gor Riwangehê, hevdem Hêzên Sûrya Demokrat bi dûv wan re çûn û li nêzîk bîyav a Konîko ya Gazê teqe li wan kirin û dû ji Daişîyan birîndar bûn û hejmarek jî hatin desteserkirin. Dûv re hevpeymanîya Nêvdewletî deketineke asmanî li wî cihî encam dan.

K24
Top