Trump: Vîrusa Koronayê li Çînê hatiye çêkirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump di preskonferansekê de li Koşkaspî de got: ‘’Yan Çînê nikaribû belavbûna vîrusa Korona rawestanda yan jî hişt ku ew vîrus belav be’’
Herwiha li ser pirsa ‘’Berpirsa belavbûna vîrusê Serokê Çînê Xi Jinping e yan ne?’’ Trump ti şirove nekir.
Dîrektorîya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka dabû zanîn ku vîrusa Koronayê bi destê însanan çênebûye û ji labaratuvarê derneketiye.
Vîrusa korona di meha Berfanbarê de berê li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û ji wir derbazî dewletên din bûbû.
Li gor agahîyên Zanîngeha Johnis Hopkinsê, vîrusa Koronayê li Amerîka 62,850 û li Çînê 4637 kes kuştine.
Jiber vîrusa koronayê, li seranserê cîhanê 232,817 kesan jîyanên xwe ji dest dane.
