Çîn: Vaksîn Coronayê li ser meymûnê serkeftî bû
Kompanyaya Sinovac Biotech dibêje, şiyana wan heye salane 100 milyon doz berhem bînin daku dijî pêketiyên bi Coronayê werin bikaranîn.
Welatên cîhanê di hevrikiyeke germ de ne bo berhemanîna vaksîna dijî Coronayê, Brîtanya û Çîn bi tenê kar dikin û Amerîka û Almanyayê jî bi hevre kar dikin, vaksînek berhemanîne û dixwazin li ser 200 xwebexşan biceribînin.
Du kompanyayên Amerîkî û Çînî dibêjin, di payîzê de vaksîn dikeve bedrest. Kampanyaya Çînî dibêje, divê vaksîn li ser bingehê zanistî were berhemanîn û ew gav bi gav kar li ser vê yekê dikin.
Berpirsê Bilind ê Bazirganiyê Li Kompanyaya Sinovac, Meng Weining ragihand: “Em bi şev û roj kar li ser pêşveçûna pêvajoya Covid-19 dikin. Sê staf hene 24 demjimêr kar dikin, ev tê wê wateyê deqeyekê jî bi avê de bernadin. Qonaxa sêyem lêkolîneke mezin e, eger ti nexweşiyek di nav xelkê de belav nebû, wate di qonaxa sêyem de em nikarin bibêjin biserketin. Ji bo em wêne temam bikin, niha em ligel hevbeşên xwe kar dikin daku bikaribin qonaxa sêyem li derveyî Çînê bikin. Niha navenda nû li Changping a parêzgeha Pekînê çîdikin, şiyana me ya berhemanînê jî 100 milyon doz bo her salekê dibe.”
Hewlên welatên cîhanê bo dîtina vaksîna vîrusa Coronayê di demekê de ye, ku hejmara pêketiyên vê vîrusê li cîhanê bi awayekî bilez zêde dibe.
Li gor amaran, heta niha zêdetirî 3 milyon û 220 hezar kes li cîhanê bi COVID-19 ketine û 228 hezar û 251 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha 1 milyon û hezar û 933 kes ji nexweşên vê vîrusê jî baş bûne.
Rudaw
