Netewe yên Yekgirtî li ser pirsa budce ya Herêmê û arîşeyên Hewlêr û Bexdayê bi deng hat
Di hevpeyvîneka taybet de, bo Kurdistan 24, rêkexerê rasparteyên nêvdewletî yê hikumeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî aşkera kir, Pilasxart di raporta xwe ya werzî de bo Neteweyên Yekgirtî, piştîvanîya xwe nîşan daye bo rêkkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa budceyê.
Wek amaje kir jî, şandera Neteweyên Yekgirtî tekez kirîye, ku pêwîste rêkkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi corekê be, ku şêweyeke fermî û li jêr çavdêrîya Neteweyên Yekgirtî û Civata Asayîşa Nêvdewletî de be.
Her li ser evê yekê, Rêbwar Babkeyî, endamê perlemana Kurdistanê tekez kir, ku divêt Neteweyên Yekgirtî li Îraqê bi rol û erkê xwe rabe û rê nede berpirsên Bexdayê êdî rozî (rizq)yê xelkê têkilî yarîyên xwe yên sîyasî bikin.
