Li Erzînganê jina 99 salî ji Covid-19ê rizgar bû
Testa koronayê ya Safiye Dagdelan a 99 salî û Ercan Yalçin ê 44 salî pozîtîv derketibû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê dihat dermankirin.
Piştî çaresekirina bijîşkî Safiye Dagdelan û Ercan Yalçin ji vîrusa koronayê pak bûn.
Karmendên nexweşxaneyê Dagdelen û Yalçin bi çepikan oxir kirin.
Herdu rizgarbûyên koronayê dê li malên xwe bo heyama 14 rojan bêne kerentînekirin.
Rudaw
