• Monday, 09 February 2026
logo

Îsraîl: Em derbazî qonaxa derxistina Îranê ji Sûriyê bûn e

Gulan Media April 29, 2020 Nûçe
Îsraîl: Em derbazî qonaxa derxistina Îranê ji Sûriyê bûn e
Wezîrê Bergirî yê Israîlê ragihand, ji bo derxistina Îranê bi tememî ji Sûriyê, derbazî qonaxeka nû bûn e.

Nftalî Bînît di konferansek rojnemevanî de ragihand, Israîl ji qonaxa ragirtin a berferehbûna Îranê li Sûriyê, derbazî qonaxa derxistina wê ji Sûriyê bûn e.

Got jî, ew berdewam kar liser nehiştina Îranê li Sûriyê dikin û dê Îranê ji Sûriyê derbikin.

Duhî Israîlê êrîşî bingehên Îranê li derdora Şamê kiribû û ligor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî di encam de 4 çekdarên bi ser Îranê ve hatibûn kuştin. Lê hikumeta Sûriyê, amaje tenê bi kuştina 3 sivilan, li wê navçeyê kiribû.

K24
Top