Brîtanya li ser teqîna Efrînê hate deng
Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî James Cleverley li Twittera xwe teqîna duhî ya Efrînê şermezar kir û ragihand, raportên behsa teqîna Efrînê dikin, diyar dikin bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî, raportên metirsîdar in.
Got jî: Brîtanya bang li Netewên Yekgirtî û hemû aliyan dike, ta agirbestekê li seranserî Sûriyê rabigihînin, ji ber ku Sûriyan gelek êş û azar dîtine.
Duhî teqîneke bihêz bi riya barhilgireke bombekirî hate kirin, di encamê de, zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û dora 140 kesî jî birîndar bûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ev wek mezintirîn teqînên heta niha li Efrînê rû dane, tê hejmartin.
K24
