• Monday, 09 February 2026
logo

Balefirên Tirkiyeyê du welatiyên Rojhilatî kuştin

Gulan Media April 29, 2020 Nûçe
Balefirên Tirkiyeyê du welatiyên Rojhilatî kuştin
bo kom kirina giya û kîvarikan çûne deverê
Duhê balefirên artêşa Tirkiyeyê deverên sînorî yên Kurdistanê bordiman kirin û di encama de du ciwanên xelkê bajarê Şine kuştin.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekanê dane, me, duhê balefirên artêşa Tirkiyeyê pêgeh û navendên PKKê yên li devera çiyaya Siyakêw ya li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bordiman kirine.

Di encama bordimanê de du ciwanên xelkê bajarê Şinoye Rojhilatê Kurdistanê yên ku bo kom kirina giyayên buharî li deverê bûne, canê xwe ji dest dane.

Heta niha kesûkarên wan her du welatiyan ku şêniyên taxa qebra şehîdan ya Şinoyê ne, nikarîne jiber bordimanê termên wan ji deverê bibin.
Top