Li Efrînê teqînek mezin: Herî kêm 38 kuştî û 176 birîndar hene
Li gor agahiyên Rûdawê, teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî bûye û li nav bazara Efrînê û li ser rêya Raco çêbûye.
Herwiha teqîn li nêzîkî navenda emn siyasî ya berê çêbûye.
Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re ragihandin, ku herî kêm 38 kes hatine kuştin û 176kes jî birîndar bûne.
Dîmenên vîdyoyî yên teqînê jî gihîştine Rûdawê ku têde tê xuyakirin, agir bi çend otomobîlan ketiye. Herwiha di dîmenan de kuştî û birîndar jî tên dîtin ku beşeke zêde ya laşên wan şewitî ye.
Birîndarên teqînê bo nexweşxane û binkeyên tendirustiyê hatine rakirin.
Hêj ti aliyekê berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.
Di van dema dawiyê de gelek teqînên bi vî awayî li Efrînê çêbûne.
Efrîn ji roja 18 Adara sala 2018 ve di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî de ye. Herwiha Tirkiyê jî waliyekî xwe daniye Efrînê û wê herêma Rojavayê Kurdistanê birêve dibe.
Rojane zilm û zordariyeke mezin li xelkê resenê Efrînê ku Kurd in tê kirin û mafên wan têne binpêkirin.
Rudaw
