Li Hewlêrê yekem kes bi koronayê canê xwe ji dest da
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku jineke temenê 75 salî ya nişteciha Grûpa Enddazyaran li Hewlêrê piştî canê xwe ji dest daye derket holê ku pê re vîrusa koronayê bebûye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê di berdewamiya pişkinîna 11 tûşbûyên koronayê li Hewlêrê hatine tomarkirin û 10 ji wan xelkê navçeya Soran in û ya din jî jina canê xwe ji dest daye. Ji pêketiyên koronayê 4 zilam in, 4 jin in û 3 zarok in.
Li gor heman daxuyanî ew her 10 kes berketiyên tûşbûyên pêştir in.
Bi tomarkirina van her 11 kesan pêketiyan li Herêma Kurdistanê bi giştî 366 kes bi koronayê ketine, ji wê hejmarê jî 5 kesan canê xwe ji dest dane û 322 kes jî baş bûne.
Rudaw
