NY: Tirkiye û Îmarat sotemeniyê li agirê Lîbyayê dikin
Netewên Yekgirtî da xuyakirin, qedexeya şandina çekan ya Lîbya bi awayeke cidî tê binpêkirin û bakurê Efrîqayê bûye cihê taqîkirina çekan.
Nûnera Netewên Yekgirtî ya taybet bo Lîbyayê Stephanie Williams ji ajanseke Almanyayê re da xuyakirin, Tirkiye û Îmarata Erebî agirê navçeyê gur dikin û got, rojane çek derbasî Lîbyayê dibin û biryarên Konfreransa Berlînê bi awayekî aşkere tên binpêkirin.
Williams got, welatên li Lûtkeya Berlînê amade bûne, pabendî sozên xwe yên şandina çekan bo Lîbyayê nebûne ku li gor hin raportan, piştî 5 rojan ji Lûtkeya Berlînê, keştiyeke çekan û 2 keştiyên serbazî ji Tirkiyê gihîşt Trablusê.
Herwiha got: Em dizanin kî sotemeniyê li agirê Lîbyayê dike, bi taybet Tirkiye û Îmarata Erebî ne. Tirkiye çekan bi riya keştiyan vediguhêze. Herwiha Îmarat jî çekan digihîne wî welatî.
Di şerê navxweyî yê Lîbyayê de, Tirkiye piştevaniya hikûmeta Trablusê ya Fayîz Serac dike û hêzên Tirkî û çekdarên opozîsyona Sûriyê birina wî welatî. Herwiha Îmarata Erebî jî piştevaniya hikûmeta Binxazî ya Xelîfe Hefter dike.
Di wê çarçovê de, duhî Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî ragihandibû, Tirkiyê 17 hezar çete ji Sûriyê anîne Lîbyayê û ji bo di şer de biser bikeve jî, pabendî ti perensîpan nabe.
K24
