Cîgirê parêzgarê Duhokê: Em pêşbînî dikin hejmara berkeftiyên Koronayê zêde bibe
Cîgirê parêzgarê Duhokê, Macid seyîd Salih got, herî dawî 4 kesên din li Duhokê bi vîrusa Koronayê ketin. Ew niha li nexweşxanê ne û di bin çavdêriyê de ne.
Macid seyîd Salih her wiha got, ev nîşan dide ku metirsiya Koronayê hêşta maye ji ber wê jî divê welatiyên me pêbendî şîretên tenduristiyê bin.
Seyîd Salih anî ziman ku ew pêşbînî dikin hejmara berkeftiyan zêde bibe û got, loma me divêt welatiyên me pêbendî şîretên tenduristiyê bibin.
Cîgirê parêzgarê Duhokê anî ziman ku beriya niha 15 kes li Duhokê bi vîrusa Koronayê ketibûn lê hemû baş bûn û vegeriyan malên xwe. Eger welatî alîkar bibin dê ev nexoşî zûtir xilas bibe.
Basnews
