• Monday, 09 February 2026
logo

Balefirekî Tirkiyê xalekî asayîşa Kobanê bombebaran kir

Gulan Media April 28, 2020 Nûçe
Balefirekî Tirkiyê xalekî asayîşa Kobanê bombebaran kir
Balefirekî bê balefirvan a Tirkiyê xaleke asayişa Kobanê bombebaran kir.

Li gor K24ê, îro 28.04.2020ê danê sibê balefirekî bê balefirvan a Tirkiye xaleke Hêzên Ewlekariya Navxweyî (asayiş) li Kobanê bi du bombeyan armanc kir.

Li gor heman çavkaniyê piştî bûyerê, hêzeke Rûsî ew navçe dorpêç kir û got ku ewê lêkolînê derbarê vê bombebaranê de bikin û piştre zanyariyan bidin ragihandinê.

Herwaha hat ragehandin, du bombe li pêşiya xala asayişê ketin û ziyan gihîştiye otombîlekê.
Top