• Monday, 09 February 2026
logo

Parlamenterekî kurd ê piştevanê xiyaneta 16ê cotmehê: Başbû Bexdayê mûçe birî

Gulan Media April 28, 2020 Nûçe
Parlamenterekî kurd ê piştevanê xiyaneta 16ê cotmehê: Başbû Bexdayê mûçe birî
Endamekî kurd ê Parlamentoya Iraqê ku piştevaniya xiyanetkarên 16ê cotmeha 2017ê yên nav YNKê dike, bi aşkerayî pesnê hikûmeta Iraqê dike, li hember birîna mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê.

Parlamenterê kurd ê Şebek, ku yek ji piştevanê xiyaneta 16ê cotmehê ye Henîn Qedo di civîneke çapemeniyê de ragehand, biryara encûmena wezîrên Iraqê derbarê ragirtina şandina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê ‘’Pêngavekî zerûrî û giring bû, herçend dereng jî ew biryar hatibe dayîn.’’

Şandina mûçe di heyama borî de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo herêma Kurdistanê wek nîşaneya lewaziya hikûmeta federal a Iraqê û nebûna hêza wê bo sepandina heybeta dewlet û lihev kirina û qebûl kirina Iraqê ji herêma Kurdistanê re wek naçariyekî pênase kir.

Li hember vê mamostayê zankoyê Dr. Perwêz Rehîm Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ne exlaqê siyasî, olî û netewî rê vê rewşê re dest dide ku li Iraqê dijî herêma Kurdistanê ew tişta bê kirin, ne jî exlaqê mirovahiyê. Demekî ku parlamenterê kurd biçe daxwaza birîna xorakê xelkê Kurdistanê bike û eger ev yek kiribe, ev ser xiyanet û cehşîtiyê re ye. li Kurdistanê zarokê kurd jenosoidê re derbas bibe, ji bo siyasetekî teng a partiyekî, ew yek valabûnekî exlaqê siyasî ya bê dawiye û pûçbûna hemû cîhana siyasî ye.’’

Henîn Qedo ku nêzîkî Heşdî Şeibî û xiyanetkarên 16ê cotmehê ye, ango parlamenterê kurd nîne, bi aşkeriya li birîna mûçeyê fermanberan dike. Berî naha jî Serkewt Şemsedîn, Ehmed Hacî Reşîd, Hoşyar Ebdula, bi taybet doz li dijî wezîrê darayî yê Iraqê vekiribûn, ji ber rêkirina mûçeyê fermanberên Kurdistanê.’’

Ji aliyê din ve jî parlamenter Xalib Mihemed, Kawa Mİhemed, Musenna Emîn, Rêbwar Kerîm û çend parlamenterekî din hewldanên birîna mûçeyê fermanberên Kurdistanê de beşdar in.

Basnews
Top