Tirkiyê ji Amerîkayê re alîkariyên pizîşkî şand
Balafira ku alîkariyên pizîşkî yên bo Amerîkayê lê hatibûne barkirin, îro ji Balafirxaneya Etimesgut ya Leşekrî ya li Enqerê rabû û ber bi Amerîkayê ve dest bi geşta xwe ya esmanî kir.
Ew alîkariyên bo Amerîkayê li ser biryara serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan hatin şandin. Ew alîkarî ji aliyê herdu Wezareta Berevanî û Wezareta Tendirustî yên Tirkiyê ve hatine amadekirin.
Serokê Serokatiya Pêwendiyan li Serokomariya Tirkiyê, Fahrettin Altun ragihandiye, alîkariyên ji bo Amerîkayê ji 500 hezar mask, cilûbergên taybet ên xweparastinê û herwiha pêwîstiyên din ên tendirustiyên pêk tê.
Li ser paketên alîkariyê yên ku bo Amerîkayê hatine şandin, alên Tirkiyê û Amerîkayê, logoya Serokomariya Tirkiyê û herwiha helbesteke Mewlana ya bi vê naverokê; li pişt bêhêvîtiyê çendîn hêvî hene, li pişt tarîtiyî jî çendîn roj hene, hatiye pêvekirin.
Hikûmeta Tirkiyê ragihandiye, ku heta niha gelek welatan ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê ji wî welatî daxwaza alîkariyê kirine û di wê çarçoveyê de jî Enqerê heta niha ji bo rûbirûbûna COVID-19 alîkariyên pizîşkî ji welatên Îtalya, Îspanya, Brîtanya, Îsraîl, Filistîn, Ermenistan, Mecaristan, Monte Negro, Sirbistan, Bosniya Herzegovîna, Kosovo, Azerbaycan, Gurcistan, Moldova, Lesotho, Somalî, Kolombiya, Iraq, Lubnan, Makedonyaya Bakur, Pakistan û Qeterê şandiye.
Rudaw
