• Monday, 09 February 2026
logo

Ocalan bi malbata xwe re axivî

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Ocalan bi malbata xwe re axivî
Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihandin ku ew bi rêya telefonê lilgel endamên malbata xwe axiviye.

Buroya Hiqûqê ya Asrin li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din ku li Girtîgeha Îmraliyê ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîne.

Buroya Hiqûqê ya Asrin diyar kir ku îro Duşemê 27ê Nîsana 2020an ji bilê Abdullah Ocalan, muwekîlên wan Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş jî bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîne.

Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrin de wiha hat gotin: “Muwekilên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayri Konar, birêz Hamili Yildirim û birêz Veysî Aktaş ên ku di Girava Îmraliyê tên girtin îro 27ê Nîsana 2020an bi malbatên xwe re li ser telefonê hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li cihê malbat lê ne bi rêya dozgeriyê pêk hat. Em vê agahiyê pêşkeşî raya giştî dikin.”

Rudaw
Top