• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hewlêrê 5 kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Li Hewlêrê 5 kesên din bi Koronayê ketin
4 ji wan endamên yek malbetêne
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku di encama cerbandinên nûjdariyê de bo hijmarek ji welatiyan, derket ku 5 welatiyên din li Hewlêrê bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî 4 ji wan welatiyan endamên malbeta vê jinêne ku duhê li taxa Kesnezan ya Hewlêrê bi Koronayê ketibû.

Welatiyê din jî keseke 33 sale û li apartimanên Zaniyarî dijî û ev jî ji keseke din ku beriya niha bi Koronayê ketibû, vîros wergirtiye.
Top