• Monday, 09 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê 4 çekdarên Tehrîr El-Şam li Idlibê kuştin

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Artêşa Tirkiyê 4 çekdarên Tehrîr El-Şam li Idlibê kuştin
Hat ragihndin, piştî ku li ser rêya M-4 li navçeya Neyreb a başûrê Idlibê di navbera hêzên Tirkiyê û çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam de şer derket, helîkopterên artêşa Tirkiyê derbasî navçeya Neyreb bûn, daku leşkerên birîndar veguhêzin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Yekşemê 26ê Nîsanê çekdarên HeyetTehrîr El-Şam xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li ser rêya M-4 li başûrê Idlibê kirin armnc û rêya M4 a ku Heleb-Laziqiyê bi hev ve girêdide, qut kirin, lê piştre artêşa Tirkiyê êrîşî wan çekdaran kir.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirine, ku di encama wê êrîşa hêzên Tirkiyê de, 4 çekdarên Tehrîr El-Şam hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, piştî êrîşa çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê bo ser hêzên Tirkiyê, artêşa Tirkiyê bi balafirên dron xalên wan çekdaran kirine armanca êrîşên xwe.

Li gor SOHR, piştr hêzên Tirkiyê çadirên çekdar û alîgirên Heyet Tehrîr El-Şamê ku li ser rêya M-4 hatibûn danîn, ji ser rê rakirin.

Lê şerê bi çekên giran di navbera herdû aliyan de bi dijwarî heta sibeha îro Duşemê 27ê Nîsanê berdewam bûye.

Artêşa Tirkiyê derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedaye.

Heyet Tehrîr El-Şam ku heman Cebhet El –Nusre ya berê ye ligel grûpa Hurras El-Dîn rêkeftina Putin-Erdogan a derbrê agirbesta Idlibê û vekirina rêya M-4 ku Heleb-Laziqiyê bi hev ve girêdide, bi tundî red dikin.

Tirkiyê û Rûsyayê di 5ê Adarê de rêkeftineke nû derbarê rewşa Idlibê de îmza kirin, ku li gor wê rêkeftinê divê hêzên Tehrîr El-Şam û komên çekdar, 6 kîlometran ji herdu aliyên rêya M-4 vekişin û hêzên Tirkiyê û Rûsyayê li derdora wê rêyê dewriyeyên hevbeş pêk bînin.

Rudaw
Top