HDPê derbarê Şivan Perwer de daxuyanî da
Tulay Hatimogullari, Cîgira Hevserokên Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser gotinên hunermendê Kurd Şivan Perwer ên derbarê civaka Kurdên Êzidî de di bernameya ‘Dengê Hunerê’ de ku ji aliyê lîqa Stenbolê ya HDP û Navenda Çanda Mezopotamyayê ve li ser torên civakî hatibû sazkirin, daxuyaniyek belav kir.
Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, Şivan Perwer di wê bernameyê de ji hunerê heta siyasetê û ji dîroka Kurdan heta muzîkê, derbarê gelek mijaran de hizrên xwe derbirîne û hatiye tekezkirin, “Hinek gotinên Perwer ên derbarê Êzidiyan, li nav civaka Kurdên Êzidî bûne cihê nerazîbûnê. Jibilî ku em ne li gel wan gotinan in, em li dijî her gotineke ne ku beşeke civakê pê diêşe.”
Herwiha hatiye tekezkirin, “Em weke HDP mafê raderbirînê yê her kesî diparêzin” lê hatiye diyarkirin, “Em di wê baweriyê de ne ku divê ev fikr û raman negihijin asta heqaretê.”
Tulay Hatimogullari di dawiya daxuyaniya xwe de, careke din tekez kiriye, ku “HDP ne li gel nêrînên Şivan Perwer e ku di wê bernameyê de derbirîne”.
Rudaw
