• Monday, 09 February 2026
logo

Berpirsekî HDPê yê berê bi koronayê canê xwe ji dest da

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Berpirsekî HDPê yê berê bi koronayê canê xwe ji dest da
Berpirsekî berê yê rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber bi vîrusa Koronayê ketibû, li Stenbolê canê xwe ji dest da.

Selahattin Kiziltepe ku yek ji berpirsên berê yê rêxistinên HDPê li bajarokê Kopê yê ser bi parêzgeha Mûş a Bakurê Kurdistanê bûye, şeva Şemiyê ji ber bi vîrusa Koronayê ketibû, li nexweşxaneyeke Stenbolê canê xwe ji dest da.

Kiziltepe, dema çend rojan li Beşa Çavdêriya Hûr hatibû razandin, lê di van rojên dawiyê de rewşa wî ya tendirustiyê xirab bibû, heya ku herî dawî şeva Şemiyê canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan, cenazeyê wî berpirsê HDPê yê berê her li bajarê Stenbolê hate veşartin.

Selahattin Kiziltepe bi armanca neştergeriya guhertina gurçikeke xwe ji bajarokê Kopê yê Mûşê çûbû Stenbolê û saleke li wê derê çareseriya şûştina gurçikê bo wî dihat kirin.

Ji ber girtina kurê wî ku gurçika xwe dida bavê xwe, neştergeriya guhertina gurçikê bo wî hatibû paşxistin.

Rudaw
Top