• Monday, 09 February 2026
logo

Tenduristiya Hewlêrê: Taxeka Hewlêrê û du kamp ji ber Koronayê hatin kerentînekirin

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Tenduristiya Hewlêrê: Taxeka Hewlêrê û du kamp ji ber Koronayê hatin kerentînekirin
Rêveberiya tenduristiya Hewlêrê ragihand, taxek Hewlêrê û du kamp li parêzgeha Hewlêrê ji ber belavbûn vîrusa Koronayê hatine kerentînekirin.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed ji BasNewsê re got, duhî li Hewlêrê kesek û li kampa penaberan ya Dareşkran jî kesek bi vîrusa Koronayê ketin.

Dr. Dilovan Mihemed her wiha got, ew kesê ku li kampa Dareşkran pê ketiye, çûye kampa Quştepe jî. Ji ber wê jî me taxa Telar Sîtî ya Hewlêrê û kampên Dareşkran û Quştepe kerentîne kir. Niha tîmên tenduristiyê li wan cihan dest bi têstên Koronayê kirine.

Hatibû gotin ku taxa Kesnezan ya Hewlêrê jî hatiye kerentînekirin lê dr. Dilovan got, taxa Telar Sîtî nêzîkî Kesnezan e. Me destpêkê wisa zanîbû ku ew kesê ku Telar Sîtî pê ketiye, çûye Kesnezanê jî lê wisa nebû. Ew kes tenê li Telar Sîtî geriyabû û cihê karê wî jî li wir bû.

Top