• Monday, 09 February 2026
logo

Viyan Sebrî: Neşandina mûçe ji aliyê Bexdayê ve, siyasî ye ne qanûnî

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Viyan Sebrî: Neşandina mûçe ji aliyê Bexdayê ve, siyasî ye ne qanûnî
Seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê dibêje, neşandina mûçeyê karmendan ji aliyê Bexdayê de siyasî ye ne qanûnî.

Berpirsên hikûmeta Kurdistanê dibêjin, hikûmeta Iraqê roja 1 vê mehê fermana daye ew diravê ku mehan bo mûçeyê karmendên Kurdistanê dişînin, êdî neyê şandin. Ev jî sebeba derketina kirîzê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Li ser vê mijarê, parlementera kurd û seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji televîzyona K24 re gotiye, neşandina diravê mûçe karekî siyasî ne qanûnî. Ji ber ku ti astengiyek qanûnî li hember wê yekê nîne.

Viyan Sebrî her wiha gotiye, hewlên hikûmeta Kurdistanê û parlementerên kurd li Bexdayê bo çareserkirina wê kirîzê didomin û daye zanîn, bo wê yekê dê şanda hikûmeta Kurdistanê vê hefteyê jî serdana Bexdayê bike.

Basnews
Top