• Monday, 09 February 2026
logo

Foreign Policy: Kes Îraq rizgar nake

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Foreign Policy: Kes Îraq rizgar nake
dibêje kêşe û aloziyên Îraqê nayên çareserkirin
Govara foreign policy ya Amerîka babetek derbarê rewşa Îraqê de belav kiriye û behsa kêşeyên heyî yên li Îraqê de kiriye.

Di nava babeta han de hatiye diyarkirin ku jiber şaştiyên ku di demên derbazbûyî de li Îraqê hatine kirin, Mistefa Kazimî yê ku bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hatiye pîwerdarkirin nikare kêşeyên Îraqê çareser bike û rewşa Îraqê bi alozî didome.

Di beşeke din ya vê babeta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku kes nikare Îraq rizgar bike û kes jî ne amadeye ku bo çareser kirina kêşeyan hevkariya Îraqê bike.

Di berdewamiya babetê de hatiye eşkere kirin ku gendeliya aliyên siyasî û serkirdeyan bûne sedema aloztir bûna kêşeyên heyî li Îraqê de.
Top