• Monday, 09 February 2026
logo

Endamekî komîsyona darayî: Kirîza ku li ser mûçe derketiye, dê di demek nêzîk de çareser bibe

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Endamekî komîsyona darayî: Kirîza ku li ser mûçe derketiye, dê di demek nêzîk de çareser bibe
Endamekî komîsyona darayî ya parlementoya Kurdistanê ragihand, kirîza darayî ya ku niha derketiye, dê di demek nêzîk de were çareserkirin.

Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona darayî, Mihemed Îlxanî ji BasNewsê re got, ew biryara ku hikûmeta Iraqê derheqê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê de ye, demkî ye û ji biryarên berê ku hemû siyasî bûn, cuda ye.

Mihemed Îlxanî her wiha got, ew rewşa ku niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketiye, girêdayî bicîhanîna qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê ye. Lê ev kirîz dê di demek nêzîk de were çareserkirin û rewş jî dê normal bibe.

Wî parlementerê Kurdistanê anî ziman ku serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê hewla başkirina bazirganî, aboriya Kurdistanê û garantîkirina mûçeyê karmendan dide.


Basnews
Top