• Monday, 09 February 2026
logo

Balefireke tirkî li Lîbyayê hate xistin

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Balefireke tirkî li Lîbyayê hate xistin
li dola dînar hatiye xistin
Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya bi Serokatiya Jeneral Xefter vîdyoyek belav kiriye ku tê de nîşan dide balefireke bê pîlot ya Tirkiyeyê ji aliyê hêzên han ve hatiye xistin.

Ev balefire han ji cureya SIHA yanê balefirê bê pîlotê çekdar e, û di dema bordiman kirina hêzên nîştimanî de ji aliyê hêzên nîştimanî ya Lîbyayê ve li dola Dînar hatiye xistin.

Weke tê zanîn Tirkiye li dijî hêzên nîştimanî yên bi Serokatiya Xefter hêzeke gelek zêde ku ji çekdar û cîhadiyên Sûriye, hêzên tirkî yên ser bi SADAT û artêşa Tirkiyeyê pêk hatine li gel çek û cebelxaneyeke gelek zêde şandine Lîbyayê.

https://www.youtube.com/watch?v=BYrUVxeqnSY&feature=youtu.be

Top