Mirina bi Koronayê li cîhanê 200 hezar kes derbas kir
Li gor ajansa “Reuters”, tê pêşbînîkirin di rojên bê de, hejmara kesên tûşî vîrusa Korona bibin, li seranserî cîhanê bigihe 3 milyon kesî.
Li gor amarên hatine tomarkirin, niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 2 milyon û 891 hezar kesî bi vîrusa Korona ketin û zêdetir ji 201 hezar kesîn canê xwe jidest dane.
Amarên bilind li Amerîka tên tomarkirin, ku heta niha zêdetir ji 956 hezar kesî bi Korona ketine û zêdetir ji 53 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.
Li piştî Amerîka welatên Ewropa tên, ku li her yek ji Îtalya, Îspanya û Franayê di navbera 22 ta 26 hezar kesan canê xwe bi Koronayê jidest dane.
Li gor dawî amaran, di vê mehê de rêjeya mirina bi Korona li seranserî cîhanê li gor hejmaran tûşbûyan ji meha bûrî kêmtir e, lê di 10 rojên dawî de rêjeya mirinê ji sedî 3 bo ji sedî 4 bilind bûbû.
Yekem haleta mirina bi vîrusa Korona COVID-19 li ser astê cîhanê, roja 10ê Çileya 2020an li bajarê Wuhan ê Çînê hatibû tomarkirin.
K24
