Serokwezîrê Brîtanyayê vedigere ser karê xwe
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ji alîkarên xwe re ragihandiye ku pizîşkên wî jê re gotine, rewşa te ya tendirûstî baş e û niha dikarî vegerî ser karê xwe.
Johnson daye zanîn ku dixwaze roja Duşemê vegere ofîsa serokwezîr û dest bi karê xwe bike, hevdem serokatiya kempîna hikûmeta Brîtanyayê ya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê dike.
Dawiya meha derbasbûyî, Boris Johnson di peyameke vîdeoyî de ragihand ku testa Koronayê kiriye û encama testê pozîtîv derketiye, loma li malê xwe kerentîne dike, lê piştî derbasbûna nêzîka hefteyekê rewşa wî ya tendirûstî têk çû û bo yek ji nexweşxaneyên Londonê hat veguhestin û di jêr çavdêriya hûr a pizîşkî de bû.
Piştî du rojan li nexweşxaneyê ma, rewşa wî ya tendirûstî baştir bû û vegeriya male û di wê demê de pizîşkan li malê çavdêriya tendirûstiya wî dikirin.
Rudaw
